Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di daxuyanîyeke televîzyonê de dîyar kir ku operasyonên leşkerî yên li Îranê wê "heta ku pêwîst be" berdewam bikin. Netanyahu angaşt kir ku ev şer wê "aşîtîyeke rastîn" bîne û got ku divê Îran nebe xwedîyê çekên nukleerî.
Netanyahu her wiha destnîşan kir ku êrîşên hewayî devera Ayetullah Alî Xameney kirine hedef û got: “Hemû nîşane diyar dikin ku ev zalim êdî ne di nav me de ye.”
Netanyahu dîyar kir ku di çarçoveya operasyonê de endamên asta bilind û rayedarên payebilind ên têkildarî bernameya nukleerî ya Îranê hatine hedefgirtin û ew ê lêdana bi hezaran hedefên rejîmê bidomînin.
Serokwezîr rasterast bang li gelê Îranê jî kir û ji wan xwest ku bi girseyî dakevin kolanan, "kar biqedînin û ji bo ji holê rakirina rejîmê" bikevin tevgerê.